Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 3 birîndar

Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 3 birîndar

Di 2 qezayên trafîkê yên ku li Mêrdînê pêk hatin de3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qezaya ewil li ser riya gundê Nebileya Midyadê pêk hat, hat diyarkirin ji ber ku şofêra qamyona bi plaqeya 34 UDD 64 hakimiyeta dîreksiyonê winda kir gindirî şarampolê û  di qezayê de digel şofêr tev de 2 kes birîndar bûn.

Qezaya duyemîn jî li ser Rêbeja Qoser-Nisêbînê pêk hat. Li gor agahiyan şofêra TIRa bi plaqeya 73 DY 442 ji ber ku hakimiyeta dîreksiyonê winda kir ket refujê. Di qezayê de şofêr birîndar bû.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

ÎLKHA

 














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.