Li Mêrdînê şeva Qedrê hat îhyakirin

Li Mêrdînê şeva Qedrê hat îhyakirin

Li navend û navçeyên Mêrdînê xelk camîyan tijî kir, ji êvarê heta serê sibehê xelk di camîyan de quranê xwendin, îbadetê kirin û ji bo ummetê duayê kirin.

Di Şeva Qedrê ku di vê şevê de Qurana Pîroz hatîye şandin û ji hezar mehan xêrtir e de, camî ji bo Misilmanên ku xwestin ji xwe re îbadetê bikin bû sitargeh.

Di bernameya ku ji zarokan heta mezinan eleqeyeke mezin hat nîşandan de, Qurana Pîroz hat xwendin, bi zimanê Kurmancî, Erebî û Tirkî mewlûd hat xwendin.

Di bernameyê de pirî caran dua hat kirin û nimêja tespîhê hat kirin.

Bernameya Şeva Qedrê ku xelk teweccûhekî mezin nîşan dan, bi dua û îkrama ku hat belavkirin dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.