Li Mêrdînê tankera mazot barkirî şewitî: 2 birîndar

Li Mêrdînê tankera mazot barkirî şewitî: 2 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çerxên tankera mazotê ya ku li ser Rêya Îpekê ya navneteweyî digeriya, şewat derket.

Bûyer danê êvarê li ser Rêya Îpekê ya navneteweyî ya li Taxa Esentepe ya navçeya Nisêbînê pêk hat.

Tankera bi plaqeya 01 C 7521 ya ku di bin îdareya Aydin Ş. de bû û ji navçeya Nisêbînê diçû navçeya Qoserê. Di dema ajotinê de tekerên tankerê şewitîn.

Dema şofêrê şewatê ferq kir, xwe da aliyê rastê yê rê û kamyonê ji tankerê veqetand.

Ajokar Aydin Ş. Dema kesekî li kêleka wî xwest mudaxeleyî şewatê bike destên wî şewitîn û birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme sewqî herêmê hatin kirin.

Ekîbên îtfaîyeyê di demeke kin da gihîştin herêmê û bi ava kef agir vemirandin.

Ekîbên îtfaiyeyê di demeke kin da midaxeleyî şewatê kirin û nehiştin ku şewat bi tankera mazotê barkirî belav bibe û bi vî awayî pêşî li karesatê hat girtin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Derheqê bûyerê de tehqiqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.