Li Mereşê Êrîş
Li Trênê Êrîşa Bi Bombe Hat Kirin
Li Mereşê li hember trêna baran du êrîş hatin kirin.
Li gor hatiye hînkirin li Mereşê dema derbasbûna trêna baran de teqînek pêk hatiye di netîca teqînê de di rayên trênê de xesar çêbûye.
Waliyê Mereşê Şukru Kocatepe di beyanata xwe de go: Trêna baran a ku ji Narli bi rê ketiye dema ji qeza Pazarcik di herêma Tunelê de derbasbûye teqîn pêk hatiye.
Kocatepe, beyan kir ku: Di teqînê de tu kes nemiriye û di trênê de jî tu zerar pêknehatiye. Bi tenê di rayên trênê de xesar pêkhatiye. Bi sebeb teqînê di meznahiya du metreyî çalek vebû. Wezîfedarên rêyên trenê a dewletê ji bo xesarê te’mîr bikin dixebitin. Pey te’mîratê dê rê ji bo çûn hatina trênan bê vekirin.
Kocatepe, dîsa beyan kir ku: Pe êrîşa ‘ewil hêzên ewlehiyê çûne herêmê. Hêzên ewlehiyê dema gihîştine herêmê leqayê xefikeke din hatine û ji bo cara duduya teqîn pêkneyê xefikê îmha kirine.
Walî Kocatepe beyan kir ku li herêmê xebatên hêzên ewlehiyê didomin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.