Li Mêrsînê mîdîbûs qelibî: 12 birîndar

Li Mêrsînê mîdîbûs qelibî: 12 birîndar

Di qezaya mîdîbûsê ya ku li navçeya Gulnara Mêrsînê qelibî de 12 karker birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya D-400 a li Taxa Sîpahîlîyê pêk hat.

Mîdîbûsa serwîsê ya ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir, astengîyên rê derbas kir û derbasê alîyê dinê bû, di encama qezayê de 12 karker birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.