Li Mêrsînê otobûs li şerempolê gêr bû: Mirîyek, 14 birîndar

Li Mêrsînê otobûs li şerempolê gêr bû: Mirîyek, 14 birîndar

Li navçeya Anamura Mêrsînê otobûsek ji ber mij û baranê ji rê derket û li şerempolê gêr bû. Di encama qezayê de kesek canê xwe ji destda 14 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên sibehê de li ser rêya Anamur-Gazîpaşayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke bi plaqeya 16 ASR 690 a ji modela mercedesê ku li alîyê Entelyayê diçe ji ber baran û mijê şofêrê ortobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda dike û pêşî li pesara çîya dixe û dûre jî li şerempolê gêr dibe.

Hat îfadekirin ku li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat dîyarkirin ku di qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.