Li Mêrsînê otobusa ku diçû Merdînê qeza kir: 9 mirî, 30 birîndar

Li Mêrsînê otobusa ku diçû Merdînê qeza kir: 9 mirî, 30 birîndar

Li Mêrsînê di qezaya otobusê ya ku pêk hat de 9 kes canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Qeza di derketina navçeya Aydincika Mersîn-Antalyayê de pêk hat.

Otobusa rêwiyan a navbajêr ya ku ji Marmarîsê diçû Mêrdînê, li nêzî Taxa Yenikaşê ya Rêbeja D-400î li bendavê qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112ê, cendirme, AFAD û îtfaiyeyê hatin şandin.

Di encama qezayê de qezayê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Walîyê Mêrsînê Elî Pehlîwan derheqê bûyerê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Li ser rêya Mêrsîn-Antalyayê ku bi qasî 170 kîlometre dûrî navenda bajarê Mêrsînê ye, di nav sînorên Taxa Yenikaşê ya navçeya me Aydincikê de, di 16ê Çileya 2024an de di derdora seat 01.15an de ajokarê li çerxerêya rê kontrol kir. Otobusa rêwiyan a ku bi 40 rêwiyan û 3 ekîban ve ber bi Mêrsînê ve diçû Tunela Sariyarê derket û ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qezaya trafîkê pêk hat.

Di qezayê de 9 welatiyên me canê xwe ji dest dan û 30 welatiyên me jî birîndar bûn. Welatiyên me yên birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçe û navenda bajarê me. Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên wefat kirine bike û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji welatiyên me yên birîndar re şifayê dixwazim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.