Li Mescîdî Eqsayê 120 hezar kes nimêja Înê kirin

Li Mescîdî Eqsayê 120 hezar kes nimêja Înê kirin

Serokatîya Daîreya Weqfên Qudsê, diyar kir ku di nimêja Îna duyemîn a meha Remezanê de 120 hezar kes li Mescîdî Eqsayê nimêj kirin.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, dorpêça li dijî Mescîdî Eqsayê didomîne.

Îşxalkeran di nimêja înê de ji têketina Misilmanan re astengîyê derxist.

Sîyonîstên îşxalker, Fîlîstînîyan da sekinandin û li ser wan gerîya, ji têketina wan a li Bajara Kevn re astengîyê derxistin.

Serokatîya Daîreya Weqfên Qudsê, diyar kir ku di nimêja Îna duyemîn a meha Remezanê de digel hemû astengîyan 120 hezar kes li Mescîdî Eqsayê nimêj kirin.

Piştî nimêjê dua hatin kirin û ji bo şehîdên Xezzeyê nimêja cenaze ya xîyabî hat kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.