Li Mescîdî Haram û Mescîdî Nebewî girtina sûretan û kişandina vîdyoyan hat qedexekirin
Rejîma Siûdî bi peşnûmayeke ku weşand ragihand li Mescîdî Haram û Mescîdî Nebewî girtina sûretan û kişandina vîdyoyan hatiye qedexekirin.
Wezarata Karên Derve yê Kraltiya Siûdî ragihand li temamê war û mekanên girtî û vekirî yên Mescîdî Haram(Kabe) û Mescîdî Nebewî(Rawzayê Mutahhara) girtina sûretan û kişandina vîdyoyan hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ev qedexe bo temamê ziyaretvanan û “temsîlkarên medyayê” jî derbasdar e û ger kesên li gor vê pêşnûmayê hereket nekin bên tesbîtkirin dê dest bê danîn li ser cîhaz û amûrên wan.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.