Li Misirê ji 8 serokên Îxwanê re cezaya îdamê hat dayîn: Cemaeta Birayên Misilman ji biryarê re bertek nîşan dan

Li Misirê ji 8 serokên Îxwanê re cezaya îdamê hat dayîn: Cemaeta Birayên Misilman ji biryarê re bertek nîşan dan

Dadgeha Cezaya Dewlet a Rewşa Acîl yê Misirê, ji 8 serokên Birayên Misilman re cezaya îdamê da. Di navbera mirovên ku ji wan re cezaya îdamê hatibû dayîn de Murşîdê Giştî Muhammed Bedîî û Wekîlê wî Mahmud Îzzet jî hene.

Rejîma Sîsîyê derbeker li Misirê ji 8 rayedarên Teşkîlata Cemaatî Îslamî û Îxwanê re cezaya îdamê da.

Rûniştina derheqê bûyera Manassaya li nêzê Qada Rabîayê pêk hatibûn de di Dadgeha Ewlehîya Bilind yê Dewletê ya Derasayî de hat dîtin.

Hat diyarkirin ku di navbera rayedaran de Muhammed Bedîî, Muhammed el-Bîltacî, Mahmud Îzzet, Amr Muhammed Zekî, Ûsame Yasîn, Saffet Hîcazî, Asim Abdulmacîd û Muhammed Abdulmaksut hene.

Di rûniştinê de 37 Misilman 25 sal miebbet, 6 Misilman 15 sala ku hatîye girankirin, ji 7 Misilmanan re jî 10 sal cezaya ku hatîye girankirin hat dayîn, 21 Misilman jî beraat kirin.

Di 3yê Tîrmeha 2013an de ji ber ku Serokkomarê berê yê Misirê Muhammed Mursî ji wezîfeyê bi derbeyê hatibû girtin li Qada Rabîayê çalakî hatibûn dest pê kirin, çalakî heta 14ê Tebaxa 2013an berdewam kiribûn û rejîma Sîsîyê jî bi hezaran Misilmanan şehîd kiribûn.

Ji bi sedan Misilmanan re cezaya hefsê hatibû dayîn, bi sedan Misilman jî hatibûn îdamkirin.

Navenda Medyaya Cemaeta “Birayên Misilman” jî ji biryarên îdamê re bertek nîşan dan.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji teref Dadgeha Cezaya Ewlehîya Hal a Derasayî ve ji Murşîdê Giştî yê Cemaeta Birayên Misilman Dr. Muhammed Bedîî, Murşîdê Alîkarê Giştî Dr. Mahmud Îzzet, Dr. Muhammed Beltacî, Amr Zekî, Dr. Usame Yasîn, Dr. Safwet Hîcazî, Asim Abdulmecîd, Şêx Muhammed Amdulmeqsud re cezaya îdamê hatibû dayîn. Ev biryar, cardin nîşan dide ku otorîteya derbekar ti unsûrekî edaletê nas nake.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.