Li Misirê Protesto
Li Misirê hebûna îktîdara sî salî û destê wanê di nav Misirê de hê bi dawî nebûye. Li gelek mensibên dewletê de hê jî zilamên dewra Mubarek hene. Ji bo paqijkirina van kesan ji nav îdara Misirê gelek salan dixwaze.
Li Misirê hebûna îktîdara sî salî û destê wanê di nav Misirê de hê bi dawî nebûye. Li gelek mensibên dewletê de hê jî zilamên dewra Mubarek hene. Ji bo paqijkirina van kesan ji nav îdara Misirê gelek salan dixwaze.
Pey ku Îxwan-ul Muslimîn hatin ser îdara Misirê, yên ku dixwazin welat bixin nav tevlîheviyê nasekinin.
Hat beyan kirin ku, Komên Muxalif yên ku li gelek deverên Kahîrê protestoyan dikin êrîşê Komeleya Îxwan-ul Muslimîn û Partiya ‘Edalet û Azadiyê kirine. Hat beyan kirin ku di bûyeran de 80 kes birîndar ketine.
Protestovanan dora Merkeza Giştî a Komeleya Îxwan-ul Muslimîn girtin. Dema xwestin ku bi zorê bikevin komeleyê polîsê Misirê destûr neda vê yekê. Polîs ji bo protestovanan bela bike gazê hêstirbarîn bikaranî. Protestovanan jî bi dar û kevira li ber xwe da.
Çavkaniyên Wezareta Sihhetê beyan kirin ku di pevçûnan de gelek kes birîndar ketine. Ji bilî vana li du buroyên dî jî yên Îxwan-ul Muslimîn êrîş hatin kirin.
Protestovanan trafîka hinek rêyên Kahîrê jî girtin. Di hêla dî de li İskenderiyeyê jî pevçûn qewimîn. Li du herêmên cuda buroyên Îxwanan hatin şewitandin.
Endamên 6ê Nîsanê ku dora mala Serekcimhûr Muhammed Mursî girtibûn xwestin ku bikevin mala wî lê belê hêzên ewlehiyê destûrê nedan vê yekê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.