Li Misrê Berxwedan Didome
Pey qetlîamên cûntaya eskerî, desteserkirin û binçavkirin jî dewam dikin
Hêzên asayîşê li gelek bajaran li kargeh û malên îdarevanên tevgera dijberê derbeyê, operasyon rast kirin. Gelek kes hatin binçavkirin. Li Port Seîdê sewcîtiyê ji bo 4 îdarevanên Îxwan bi sûcê ku şîddetê teşwîk kirine, zirar dane malên qamûyê û li ber otorîteya dewletê qawet bi kar anîne, ji bo 15 rojan qirara binçavkirinê da.
Li bajarê Behra Sor û eş-Şerqiyyeyê 9 îdarevanên Îxwan û partiya hurriyet û edaletê ji bo 15 rojan hatin binçavkirin. Dîsa li Benî Suweyf, Aswan, El Feyyûm, Dekahliye, Îskenderiye, Îsmaîliye û Sînayê li ser mal û kargehên Îxwan û partiya Hurriyet û edaletê operasyon hatin rastkirin. Gelek kes hatin binçavkirin. Di nav wan de ji îdarevanên partiyê Ehmed Seyyîd, Îbrahîm Ebû Ewf jî hene. Berî niha Ehmed Arîf, Ehmed Ebû Bereke, Hesen el Bernes, Fethî Şîhab û Mistefa Ğanîm jî hatibûn binçavkirin.
Li a liyê din hat îfadekirin ku Îxwan qirara dewamiya berxwedana li ber cûntayê daye. Bi vê minasebetê li gelek bajaran li ber derbeyê û bi amanca protestokirina berdana fîrewn Mubarek, gelek meş û mîtîng hatin lidarxistin
(Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.