Li Misrê Bi Sed Hezaran Kes Hukmê Îslamê Xwest

Li Misrê Bi Sed Hezaran Kes Hukmê Îslamê Xwest

Li Misrê bi sed hezaran kes li paytext Qahîrê li meydana Tahrîrê civiyan. Millet pratîka hukmê Îslamê xwestin.

 Li Misrê bi sed hezaran kes li paytext Qahîrê li meydana Tahrîrê civiyan. Millet pratîka hukmê Îslamê xwestin.

Milletê Misrê piştî nimêja înê bi panqartên der heqê xwestina hukmên Îslamî de meşiyan meydanê. Di serekqanûnê de rewşa niha ya madda duduyan protesto kirin.

Wekî tê zanîn di madda duduyan de wiha tê gotin “Dînê dewletê Îslam e. Zimanê wê ya resmî Erebî ye. Çavkaniya serek ya qanûndayînê, prensîbên şerîeta Îslamê ye.” Ev madde ev serê 100 sal e di serekqanûna Misrê de ye. Lê niha hinek memûrên bixwazin serên xwe binixumînin yan jî  rî berdin, ji wan re mani’ der tên.

Protestovanan sloganên wiha avêtin “Dîn heyat e. Hukmên Xweda daîmî ne. Şîara Laîlahe îllallah, şêl û tewra heyat e. Ne lîberal ne laîsîzm, en Quran dixwazin. Îslam nûr e, Quran distûr e.”

Digel partiya Îxwanul Muslîmîn, partiyên din jî destek dan vê mîtîngê. Axaftvanan di xeberdanên xwe de îfade kirin ku tiştekî mûxalifê Quranê naxwazin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.