Li Misrê Darbeya Eskerî
Li Misrê dilxwazên rejîma kevn ya dîktatoriyê, neyarên Mûhammed Mûrsî yên di eskerî, yargi û emniyetê de, welatên rojava û Emrîka ji îdara Mûhammed Mûrsî ne razîbûn.
Li Misrê dilxwazên rejîma kevn ya dîktatoriyê, neyarên Mûhammed Mûrsî yên di eskerî, yargi û emniyetê de, welatên rojava û Emrîka ji îdara Mûhammed Mûrsî ne razîbûn. Mixalefetê dikişkişandin meydana da ku li ber Mûrsî rabin. Di salvegera yekem ya qezenckirina serekcimhûrtiya Mûrsî de, mixalefetê li Tehrîrê dest bi protestoyan kir. Bi teşwîka mixalefet û welatên rojavayê, eskeriyê dest da ser îdara welêt.
Pey darbeya eskerîyê mixalefetê kêfxweşiya xwe diyar kir. Lê terefdar û aligirên Mûhammed Mûrsî jî bi kefenên xwe li meydana civiyan û beyan kirin ku wê darbeyê qebûl nekin.
Tewra eskeriyê rûyê gelek sextekar û xeraban jî eşkere kirin. Siûdî Erebîstanê beriya her dewletê eskeriya Misrê tebrîk kir. Fillehên Misrê û kardînal Tevadros, şêxê Ezherê et Tayyîb, qûqlayê rojavayê El Baraday, serekê partiya Nûr ya selefiyan Celal Merra, welatên Ereban destek dan darbeyê.
Darbe bi weşanên zindî li ber çavê alemê, li ber îrada ku bi qanûnî hatiye serî hat kirin. Eskeriyê berê niha 48 saet mihlet dabû Mûrsî da ku, nava alîgirên xwe û mixalefetê çêbike. Pey vê mihletê eskeriyê ewilî dest da ser televîzyona dewletê û dûre jî beyan kir ku, ji bo Mûrsî û rayedarên îxwan yesaxa ger û seyahetê derxistiye.
Li aliyê din şer û pevçûn diqewimin. Di hadîseyan de nêzî 20 kes hatine kuştin. Li ber darbeya zulm û zorbatiyê, teşkîlatên mîna hevkariya Îslamî, yekîtiyan Ereban, tiştek nekirin, dengê xwe dernexistin.
Yekîtiya Ewrûpa û Emrîka jî, ji aliyên sosyal, siyasî û aborî ve pêşiya Mûrsî girtibûn. Hat îfadekirin ku berî niha Waşîngtonê zorê dabû Misrê da ku Mûrsî îstîfa bike. Temsîlkara yekîtiya Ewrûpayê jî Ketrîn Eştin jî, ji zûrna darbeya eskeriyê lê dixe. Tu welatên Ewrûpayê li ber darbeya eskeriya zorba û bêqanûnî tiştek negotin.
Li ser hadîseyan Mûhammed Mûrsî gazî xelkê Mîsrê kir ku bêşîddet li ber darbeya eskeriyê bisekinin. Tê gotin ku wezîrê parastinê û sererkanê Misrê Ebdulfetah el Sîsî, bi Emrîka re têkildar e. El Sîsî do gotibû ku qanûna bingehîn betal kiriye û heta hilbijartin pêk bê wê serekê mehkema qanûna esasî Edlî Mansûrê fille, serekcimhûrtiyê bike. Mehkema temyîzê jî ji bo serekwezîr Hîşam Kandîlê qirar da ku, ji wezîfê bê xistin û salekê di hepsê de bimîne. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.