Li Misrê Desteserkirin
Li Misrê li paytext Qahîreyê, xwendekarên Ezherê li ber derbeyê protesto li dar xist
Li Misrê li paytext Qahîreyê, xwendekarên Ezherê li ber derbeyê protesto li dar xist. Xwendekaran li herêma Derraseyê li ser Caddeya Salah Salimê, dest bi protestoyê kirin, ber bi merkeza Ezherê ve meşiyan. Di aleyhê şêxê Ezher Ehmed Teyyîb de slogan avêtin.
Hêzên cûntayê ji bo belavkirina girseyê, bi gaz û tifingên pompeyî midaxele kir. Wezareta karên hundir ya ğeyrî meşrû beyan kir ku di hadîseyan de, 24 kes hatine desteserkirin.
Li aliyê din malpera resmî ya teşkîlata Îxwan, da zanîn ku hêzên cûntayê girtine ser kampusa Ezherê, di girtina ser zanîngehê de, 3 xwendekaran can dane, 50 heb jî birîndar bûne. Her wiha gelek xwendekar jî hatine binçavkirin. Tê gotin ku di midaxeleyê de, gaza hêstirbarîner û fîşekên heqîqî hatine bikaranîn.
Îdara zanîngeha Ezherê jî qirar da ku li nav kampusa Ezherê, ji bo lidarxistina protestoyan, civîna xwendekaran qedexe û yesax e. Qirar bi teleba dekanan hatiye dayîn, ew ê yesaxî ji bo hemî fakulteyan bê meşandin, ji lew ew ê fealiyetên xwendekaran bên sekinandin.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.