Li Misrê Kî Bi Darbekaran Re Ye?

Li Misrê Kî Bi Darbekaran Re Ye?

Pey darbeya eskeriya Misrê rûyê her aliyan eşkere bûn. Qiralê Siûdî Erebistanê Ebdullah bîn Ebdulezîz, destek da darbeyê û Edlî Mansûrê ku ji aliyê ordiyê ve hat tayînkirin tebrîk kir.

Pey darbeya eskeriya Misrê rûyê her aliyan eşkere bûn. Qiralê Siûdî Erebistanê Ebdullah bîn Ebdulezîz, destek da darbeyê û Edlî Mansûrê ku ji aliyê ordiyê ve hat tayînkirin tebrîk kir. Qral Ebdullah jê re peyamek şand. Di mesajê de wiha got “Em hemî hêzên çekdar yên Ebdulfettah el Sîsî temsîl dikin tebrîk dikin.”

Şêxê Ezherê Ehmet et Teyyîb, pey civînê anî ziman ku desteke tam didin ordiyê. Et Teyyîb bi el Baradeyê qûqlayê rojava û papayê Qiptiyan re pey civînê destekê da darbeyê. Her wiha qûqla el Baradey, papayê Qiptiyan patrîk Tovadros jî destekê didin darbeya eskeriyê. Tovadros wiha got “Hêzên çekdar, mifta emniyeta welêt e.”

Serekê Partiya Nûr ya selefiyan ku ji Siûdî desteka pera distîne jî, bi beyana nivîskî destek da darbeya Sîsî.

Li aliyê din eşkere bû ku Edlî Mansûrê ji bo serekcimhûrtiyê ji aliyê ordiyê ve hatiye tayînkirin, fille ye û ji bo destpêka wezîfê sond xwarî ye. Edlî Mansûr serekê mehkema qanûna esasî bû. Pey sûîqesta Enwer Sedat, pey serekmeclîs Sûfî Ebû Talib, li hafa serekcimhûrtiyê wezîfa mûhîm kiribû.

Sererkanê Misrê Ebdulfettah el Sîsî jî li Siûdî sefîrtiya Misrê kiribû. Par ji teref Mûrsî ve ji bo sererkaniyê hatibû tayînkirin. Tê gotin ku el Sîsî bi Emrîka re têkildar e.

Pey darbeyê kanalên Îslamî û xebatkarên wan hatin girtin. Telefonên protestovanên li meydana Rabîatul Adeviyeyê hatin birîn. Li gelek deveran dengê sîlehan tên. Wezîrê karên hundir Mûhammed Îbrahîm îmze kir ku, hêzên çekdar ji bo ewlehiya xelk û protestovanan, karin sîlehan bi kar bînin.

Cûntayê ji bo pêşîvanên Îxwan jî qirara binçavkirinê derxist. Mûrsî, Xeyrat Şatir li deverekê dizî di bin çavan de ne. Her wiha ji bo mensûbên partiya Hurriyet û edaletê jî qirara girtinê hatiye dayîn. Tê gotin ku heta niha zêdetirî 400 kes hatine binçavkirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.