Li Misrê Protestoyên Înê
Digel zordayîn û te’deyên cûntaya Misrê jî, li ber derbeyê protesto berdewam in
Digel zordayîn û te’deyên cûntaya Misrê jî, li ber derbeyê protesto berdewam in. Do pey nimêja înê, paytext Qahîre di serî de, li gelek bajaran protesto hatin lidarxistin. Di hadîseyan de 17 protestovan hatin qetilkirin.
Li paytext Qahîreyê, li mehelên Faysal, Herem, Îmbaba, Meadîyê millet civiyan, bi sloganên boykotakirina referandûmê meşiyan, sembola Rabîayê hilgirtin. Her wiha li Îskenderiye, Îsmaîliye, Mînye, Suweyş û Sedatê jî protesto hatin rastkirin.
Hêzên polîs yên cûntayê, midaxela protestoyan kir. Ji ber guleyên hêzên cûntayê, 17 kes hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyan, li Qahîreyê 3, li Îsmaîliyeyê 2, li Feyyûmê 2, li Îskenderiyeyê 2 û li Mînyeyê jî kesek bi reşandina hêzên cûntayê hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku danê êvarê jî, 7 kesên din bi gulleyên hêzên polîs can dane.
Kesê ku li herêma Nasir Sîtiyê hat qetilkirin, xwendekarê zanîngeha Ezherê ye. Di hadîseyan de gelek kes jî birîndar bûn.
Li ser hadîseyên qetilkirinê, sekreterê giştî yê partiya Îstîqlalê û ji lîderên hereketa Îttîfaka mîllî Mecdî Karkar wiha got: “Hêzên cûntayê, êrîşên hovane çi qas li ber protestovanên aştîxwaz pêk bînin jî, em hereketa îttîfakê, xelkê Misrê dev ji vê micadela xwe ya ji bo qedandina derbeyê bernadin û bi paş ve nazîvirin.
Ne yesaxa derketina kuçan û ne jî qanûna numayîşan, ji xelkê re ğem û derd e. Qirara hereketa îttîfakê neguheriye. Vegera ji protestoyên aştiyane tune ye.”
Li aliyê din hat gotin ku di operasyonan de 122 kes bi îddîa ku mensûbên Îxwan in, hatine binçavkirin. Desteserkirin bi piranî li Qahîre, Gîza, Îskenderiye, Feyyûm, Îsmaîliye û Kînayê pêk hatin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.