Li Misrê Sempozyûma Bedîuzzeman Se'îdê Kurdî
Weqfa Xeyratê cara ewil e ku, li Misrê sempozyûma Bedîuzzeman Seîd Nûrsî li dar dixe. Ji Tirkiye û Misrê gelek alim û şexis, tevlî sempozyûmê bûn. Sempozyûmê gelek teveccuh dît.
Weqfa Xeyratê cara ewil e ku, li Misrê sempozyûma Bedîuzzeman Seîd Nûrsî li dar dixe. Ji Tirkiye û Misrê gelek alim û şexis, tevlî sempozyûmê bûn. Sempozyûmê gelek teveccuh dît.
Xeberdana destpêkê ji alî Munîr Cûmayê mensûbê Qahîrê, yê yekîtiya alimên muslumanê cîhanê ve hat kirin. Munîr Cûma li ser mucadela Bedîuzzeman wiha got “Eger em li heyata wî binêrin, em ê bibînin ku, riya selefî salihîn meşandiye, mucahîd e, tu carî xwe teslîmê asteng û berbesta nekiriye.”
Cemal Ebdusetarê serekê yekîtiya weqfên Misrê jî wiha peyivî “Em Misrî heqîqeten Bedîuzzeman nasnakin. Lê em zanin ku alimên me ji bo însana bûne çira û ronahî.”
Ji weqfa Xeyratê temsîlkar Ferîdûn Işikli jî, der heqê jiyan û şert û metoda mucadela Bedîuzzeman û naverok û ehemmiyeta Rîsaleyan de xeber da. Temsîlkarê Sûdanê yê weqfa han jî da zanîn ku, Ustad xwestiye were Misrê lê nebûye qismet.
Program 5 saet dewam kir. Piştî bernamê li mêvanan kulliyata Rîsale ya bi Erebî hat hediyekirin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.