Li Misrê Tansiyon Daket

Li Misrê Tansiyon Daket

Li Misrê di salvegera şoreşê de, ev serê çend rojan bû ku bi piştgiriya muxalefet û derve, li gelek deveran rageşî û alozî qewimîbûn.

Li Misrê di salvegera şoreşê de, ev serê çend rojan bû ku bi piştgiriya muxalefet û derve, li gelek deveran rageşî û alozî qewimîbûn. Hat gotin ku li Misrê tansiyon dadikeve. Serekcimhûr îfadekiribû ku, ji bo asayîşê wê li çend deveran heta mehekê yesaxa derketina kuçan bê li dar xistin. Protestoyên ku ji alî muxalefet û derve tên destekkirin, ne ewqas berfireh bin jî, li hinek bajaran dewam dikin.

Polîsê Misrê, piştî teqwiyekirina eskeriyê, protestovanan ji dora meydana Tahrîrê bidûrxistin. Hat gotin ku esker û polîs, li rexên Nîlê û meydana Tahrîrê, li ber sefaretxaneyên ecnebî, ji bo ku protestovanan belav bikin, gaza hêsirbarînerê bikaranîne. Hinek protestovanan jî desteserkirine. Hat beyankirin ku, hinek kesên rûpoşkirî gule bera polîsan dane. Wezareta edaletê da zanîn ku, 13 polîs birîndar bûne.

Li aliyê din, qomandarê ordiya 2an tumgeneral Ehmed Wesfî beyan kir ku, wê ordî qirara serekcimhûr ya der barê yesaxa derketina kuçan de, li Îsmaîliyê, Port Seîd û Suweyşê bi qirartî tetbîq bike. Wesfî wiha got “Wezîfa ordiyê, avakirina rewşa ewlehî ye. Amanca yesaxa derketina kuçan, girtina kesên ku hizûrê xeradikin e.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.