Li Moskovayê êrîş li eywana qonserê hat kirin: 60 mirî 115 birîndar

Li Moskovayê êrîş li eywana qonserê hat kirin: 60 mirî 115 birîndar

Li Moskovaya paytexta Rûsyayê ji teref mirovên çekdar ve êrîş li eywana qonserê hat kirin, di encama êrîşê de herî kêm 60 kes mirin, 115 kes jî birîndarbûn.

Ajansa xeber a Tassê, diyar kir ku di avahîya Şaredarîya Crocusa ku eywana qonserê di nav de heye de teqînek pêk hat, teqîn jî bûye sedema şewatê.

Walîyê Herêmê yê Moskovayê Andrey Vorobyov, daxuyand ku ew piştî bûyerê navendekî krîzê saz kirine.

Hemû bernameyên di herêma nav çarçoveya ewlehîyê de ye hatine betalkirin. Hêj êrîşdar nehatine qefaltin.

Emrîqayê jî ji welatîyên xwe re diyar kiribû bila di nav 48 seatan de ji bernameyên ewakî xwe dûr bixin.

Îngilistan jî diyar kiribû ku bila welatîyên me Rûsyayê zîyaret nekin. (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.