Li Mûşê qezaya trafîkê: 3 mirî 8 birîndar

Li Mûşê qezaya trafîkê: 3 mirî 8 birîndar

Li ser rêya Mûş-Çewligê 6 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, doh di seatên êvarê de li nêzê gundê Kiyika ser rêya Mûş-Çewligê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîtên bi plaqeyên 44 ADC 697, 49 T 0101, 33 B 1843, 46 VG 570, 06 BDD 685 û 46 BG 570 ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Li ser xeberdayîna mirovan ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, AFAd, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama lêkolîna ku ekîban kirin de Sezgîn Karakûş, Alîcan Çîçek û Ferman Uçar canê xwe ji dest dan.

8 kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî ji Nexweşxaneya Dewlet a Mûşê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.