Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê qeza wekî qetlîamê: 19 mirî 26 birîndar

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di qezayê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 jê giran 26 kes jî birîndar bûne.

Li Dêrikê qamyoneke ku frena wê teqiya li wesayîtan qelibî. Qamyonek din jî li girseya ku li cihê bûyerê kom bûbû qelibî. Hat diyarkirin ku di qezayan de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Qeza danê êvarê pêk hat. Di qezaya ku li nêzî îstasyona petrolê ya navçeyê pêk hat de qamyona ku frenên wê teqîyabûn, li 2 wesayîtên li pêşiya xwe qelibî. Qamyoneke din a ji paş ve dihat jî li rayedarên ku alîkariya mexdûran dikin û welatiyên li derdor kom bûn qewimî.

Di qezaya Mêrdînê de zarok jî di nav de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku di qezayê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 jê giran 26 kes jî birîndar bûne.

Wezîr Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: "Bi xebera qezaya trafîkê ya duyemîn em hejiyan. Di qezaya ku pêk hat de qamyona bi frenên xwe di nav girseyê de teqiya 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li sêrêka navçeya Dêrikê ya Mêrdînê 6 jê giran 26 kes birîndar bûn."

Dengê Xana Axpar

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.