Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbus û otomobîl li hev qelibîn: 8 birîndar hene

Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbus û otomobîl li hev qelibîn: 8 birîndar hene

Li navçeya Midyada Mêrdînê, di encama lihevqelibîna mînîbus û otomobîlekê de 8 kes birîndar bûn.

Bûyer, duh bi şev li ser rêya Mêrdînê ya li Taxa Ulucamiyê ya navenda navçeyê pêk hat.

Mînîbusa bi plakaya 60 AFY 716 û otomobîla bi plakaya 31 BBY 230, ku navên şofêrên wan nehatin hînbûn, li hev qelibîn. Di qezayê de 8 kesên di her du wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaîye û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya birîndarên ku hatine dermankirin baş e û der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.