Li navçeya Qosera Mêrdînê qezaya trafîkê: 1 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Wêranşar-Qoserê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 47 ACK 238 ku di bin îdareya Mehmet Y. de bû, bi wesayîta ku plaqeya wî nehat hînbûn û di bin îdareya U.K. de bû re serî bi serî li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de şofêrê wesayîtê U.K. (32) giran birîndar bû û di nexweşxaneya ku hatibû rakirin de digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin cenazeya U.K. ji bo otopsîyê ji mergê re hat birin. Şofêrê Cîpê Mehmet Y. û A.Ş.K. ku di nav wesayîtê de bû jî birîndar bûbûn û tedawîya wan didome.

Derheqê bûyerê de tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.