Li navçeya Wêranşara Rihayê şerê bi çek: 4 birîndar

Li navçeya Wêranşara Rihayê şerê bi çek: 4 birîndar

Li navçeya Wêranşara Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket û 4 kes birîndar bûn.

Bûyer, di seetên nîvroyê de li ceddeya Qerejdaxê pêk hat.

Li gorî îddîayan, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nedîyare bi gotinan nîqaş derket û di demek kurt de çek hatin derxistin.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin.

Di encama bûyerê de 4 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.