Li Navçeyan Coşa Ehmedî

Li Navçeyan Coşa Ehmedî

Coşa Mûhammedî digel li bajaran li navçe û belde û gundan jî dewam dike. Bi munasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, li Qulpa Diyarbekir, li Erdîşa Wanê û Qereqoçana Elezîzê, di dawiya hefteya borî de bernameyên mewlûdê hatin lidarxistin.

Coşa Mûhammedî digel li bajaran li navçe û belde û gundan jî dewam dike. Bi munasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, li Qulpa Diyarbekir, li Erdîşa Wanê û Qereqoçana Elezîzê, di dawiya hefteya borî de bernameyên mewlûdê hatin lidarxistin.

Li Qulpa Diyarbekirê, îsal cara ewil bû ku ji aliyê platforma evîndarên pêxember ve bernama mewlûdê dihat lidarxistin. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey mewlûdê, hunermend û zarokên biçûk îlahiyên xwe pêş kirin. Mela Ebdulbarî Çelîk, bi Kurmancî li ser evîn û eşq û doza Resûlûllah xeber da. Mûzaffer Karavîl jî bi Tirkî li ser qîmeta eşqa Pêxember sekinî. Pey îlahiyan bername bi xwendina duayê qediya.

Li stadyûma Erdîşa Wanê jî bernama mewlûdê hebû. Pey tîlaweta Quranê û xwendina mewlûdê, hunermend û zarokên biçûk, îlahî û helbestên xwe diyar kirin. Mela Celal Bozdaş, behsa şîret û siyera pêxemberê me kir. Di heqê herba Bedrê de tiyatroyek hate lîstin. Bename bi duayê bi dawî bû.

Li Qereqoçana Elezîzê jî bernama mewlûdê bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey xwendina mewlûdê hunermendan îlahiyên xwe pêş kirin. Xeyreddîn Gunay xeberdana destpêkê kir. Îlahiyatvan Omer Çelîk, di xeberdana xwe de da zanîn ku pêxemberê me ji bo xelasiya dinya û axretê wesîle ye, ji însaniyetê re rêber e. Mela Kerbela Şanli jî bi Kurmancî li ser eşqa Resûlûllah xeber da. Bername bi xwendina duayê qediya. bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.