Li Navenda Perwerdehiya Xelkê şewat derket
RİHA - Li navçeya Halîliya Rihayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li Navenda Perwerdehiyê ya Xelkê şewat derket.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin şewat di wextên şeveqê de di odeya Midûrê Perwerdehiya Xelkê Metîn Kiratlioglu de derket. Kesên ku dîtin şewat derketiye bang li îtfaîyê û polêsan kirin. Yekîneya îtfayê ya ku hat cihê bûyerê mudaxaleyê şewatê kir.
Di encama şewata ku derket de tiştek bi tu kesî nehat. Lê belê di avahiyê xisareke zêde çêbû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.