Li navendên çandê yên DBPyî propagandaya Yahûdîtî û Zerduştiyê hatiye kirin

Li navendên çandê yên DBPyî propagandaya Yahûdîtî û Zerduştiyê hatiye kirin

Qeymeqam Mustafa Kiliçê ku bi qerara KHKyê wek qayûm tayînî Şaredariya Kayapinara Diyarbekirê hat kirin, qala kitêbên Zerduştî û Yahûdîtiyê yên ku li navendên çandê yên DBPyî hatine girtin û wek dersê ji zarokan re dihat xwendin kir û kitêban bi çapemeniy

“Wisa perwerdeyeke psîkolojîk dane zarokan ku mirov pê xemgîn dibe”

Wekîlê Serokê Şaredariyê Kiliç di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir kitêbên ku hatine bidestxistin xeyrî exlaqî û rêxistinî ne. Kiliç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dokumanên ku di wan de qala Zerduştî, Yahûdîtî, Marksîzîm, Lenîzîm, jiyana kesên li çiyê  tê kirin tev li vir in.  Zarokên me bi van kitêban perwerde dikin. Emrê zarokên ku li van navendan dixwînin bellî ye ku exlebe di temenê 8-15 salan de ne û ev heyam jî heyama ku herî zêde perwerdehiya psîkolojîk li ser wan tesîr dikiye. Wisa perwerdeyeke psîkolojîk dane zarokan ku mirov pê xemgîn dibe.”

 “Malên navendê wek malên ji çiyê re şandina elemanan bi kar anîne”

Kiliç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mamosteyên ku li vê derê dixebitin û dersên îdeolojîk didin hatine tespîtkirin. Kiliç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “20 mamoste hebûn. Her 20ên van mamosteyan tev naskirîbûna wan bi yên çiyên re hene. Van malan nexasim wek malên malên ji çiyê re şandina elemanan bi kar anîne. Me van tespît kir û eşkere kir. Bi sedan kitêbên ku me bi vî awayî bi dest xistiye hene.”

 “Yahûdîtî û Zerduştî hîn kirine”

Kiliç di berdewama axavtina xwe de qala fikrên ku li van navendan ji zarokan re hatiye hînkirin kir  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi kitêbên zayendî dersê didin zarokên me. Her wiha dersên Marksîzîm û Lenînîzmê jî dane wan. Qala Yahûdîtî û Zerdiştiyê ji wan re kirine. Tiştên ku ev dikin tu eleqeya wan bi baweriya Îslamê û çanda me re tuneye. Cihekî ku jê re dibêjin Zarokîstan heye. Li vê derê 120 xwendevanên me ders didîtin. Dîsa temamê mamosteyên ku li vê derê ders didan  endamê vê rêxistinê ne. Me dawî li karên wan jî anî.”

Kiliç di dawiya axavtina xwe de diyar kir dawî li wezîfeya 390 kesên ku hatine tespîtkirin hatiye anîn.(ÎLKHA)






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.