Li Nêzî Sînor Tanq Tên Bi Cîh Kirin
Li Nêzî Sînor Tanq Tên Bi Cîh Kirin
Li Sûriyê hem li bajarên hundir hem jî li nêzî sînorê Tirkiye şer gur û zêde dibe. Piştî eskerên ordiya Esed, ji bajar û navçeyên sînor vekişiyan, ordiya Tirkiye dixwaze nêzî sînor be.
Şerê di navbera eskerên Esed û muxalîfan de ya li Serêkaniyê, ber bi Dirbisiyê ve geş dibe. Ji ber vê yekê hat îddîa kirin ku li hêla Qoserê li ber sînor, ji bo tanqan cîh hatine kolandin. Nobetên eskeriyê yên li vê hêlê zêdebûne.
Ji ber gengeşiya do ya li Qamişloyê, eskerên Tirkiyê li Nisêbînê di kontrola sînor de dewriye digerin. Li van dora di qereqolekê de 25 tanq hazir sekinîne.
Ehlê sînor jî, ji ber van gengeşî û tevgerîna bi panîk in. Lewra ji hêla Sûriyê ve hinek fîşek ketibûn aliyê Nisêbînê. Li Dirbisiyê jî alozî û şer dewam dike.
Li aliyê din hejmara multeciyên Sûriye yên li Tirkiyê, bi ser 123 hezarî ket. Vê paşî 4 sûbayên payebilind jî ji ordiya Esed reviyan û derbasî hêla Tirkiye bûn. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.