Li Nîjeryayê boriya petrolê teqîya: Herî kêm 20 kes mirin

Li Nîjeryayê boriya petrolê teqîya: Herî kêm 20 kes mirin

Di encama teqîna boriya petrolê ya li welatê Nîjeryaya Efrîqayê de herî kêm 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Omoku, Ogba/Egebema/Ndoni Herêma Rêveberiya Herêmî ya Eyaleta Çem, di encama teqîna li noqteyeke neqanûnî ya derxistina petrolê de 20 kesan canê xwe ji dest dan.

Şahidan diyar kirin ku herî kêm 20 kes mirine û gelek ji birîndaran jî bi pileyên cuda şewitîne û li nexweşxaneyên cuda yên herêmê tên dermankirin.

Rayedaran diyar kirin ku bûyer di encama teqîna boriyeke ku ji aliyê komek ciwan ve hewl didin petrolê bidizin de rû daye û derbarê mijarê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.