Li Nîjeryayê li dijî Boko Haramê operasyon: 52 mirî

Li Nîjeryayê li dijî Boko Haramê operasyon: 52 mirî

Hat destnîşankirin li Nîjeryayê di encama operasyonên ku li dijî Boko Haramê hatin lidarxistin de 52 kes hatin kuştin.

Dîrektorê Operasyonên Medya yê Wezareta Parsastina Nîjeryayê Edward Buba, daxuyand li wîlayetên bakurê welat li dijî Boko Haramê operasyon hatin lidarxistin.

Buba di daxuyanîya ku belav kir de bal kişand ku ew 52 endamên rêkxistinê kuştine û bi dehan endam jî revîyane.

Xeyn ji vana hat îfadekirin 204 kesên ku di navbera wan de serokê rêkxistinê jî hene hatine qefaltin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.