Li Nisêbînê qeza: 8 birîndar

Li Nisêbînê qeza: 8 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê du erebe serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Qeza, doh di seet 00.00an de li ser rêya Mêrdîn -Nisêbînê pêk hat.

Di encama qezaya ku navê şofêran û plaqeya erebeyan nehat bidestxistin de 2 jê giran 8 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên dordorê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin, mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Mîdyadê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.