Li Nisêbînê wesayît gêrê şerempolê bû: Pitikek 1 mehî canê xwe ji dest da, 4 kes birîndar bûn

Li Nisêbînê wesayît gêrê şerempolê bû: Pitikek 1 mehî canê xwe ji dest da, 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, wesayîta ku di bin îdareya polês Ferhat B. de bû, ket nav çelikê û dûre gêrê şerempolê bû. Di encama qezayê de pitikeke 1 mehî canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza, doh di setaên êvarê de li alîyê Tîlkîtepeya ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku di bin îdareya polês Ferhat B. de bû ket nav çelikê û dûre gêrê şerempolê bû. Di encama qezayê de şofêr Ferhat B., Melîha B. (73) pîreka wî Ferhat B. Zeynep B. û zarokên wan Aslan Efe B. (2), û pitikeke 1 mehî Yîgît B. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku Yîgît B. ku 1 mehî bû li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye û birîndarên dinê jî ji Nexweşxaneya Dewlet a Nisêbînê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Cenazeyê pitikê, piştî lêkolîna ekîbên cenderme û dozgerîyê ji mergê re hat birin.

Hat hînbûn ku rewşa Ferhat B. û Melîha B. giran e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.