Li Norşîn û Şemzînan 6 Mensûbên Pkkê Hatin Kuştin
Xeberan îfade kir ku li Gedîktepeya Şemzînan û li Bedlîsê,di navbera esker û PKKê de şer qewimiye.
Xeberan îfade kir ku li Gedîktepeya Şemzînan û li Bedlîsê,di navbera esker û PKKê de şer qewimiye. Hat îddîa kirin ku li Şemzînan li çol û çiyayên Gedîktepê, di operasyonên eskeriyê de, 5 mensûbên PKKê hatine kuştin.
Her wiha li Bedlîsê li navçeya Norşînê li gundê Sezê jî, di navbera esker û mensûbên PKKê de pevçûn pêk hatiye. Hat diyar kirin ku di şer de mensûbekî PKKê hatiye kuştin û li herêmê operasyon dewam dikin.
Li aliyê din hat îddîa kirin ku li Sêrtê li navçeya Dihê, hinek mensûbên PKKê xwestin bigrin ser qereqoleke cendermê. Di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimî. Di şer de 2 PKKyî hatin kuştin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.