Li Nûrdaxiya Entabê qezaya fecî: 7 mirî, 13 birîndar

Li Nûrdaxiya Entabê qezaya fecî: 7 mirî, 13 birîndar

Li navçeya Nûrdaxê ya Entabê di qezaya ku mînîbusa rêwiyan û otomobîlek li hev xistin de, li gorî tespîtên yekem 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li nêzî Taxa Acarobayê ya li ser rêya navbajarî ya Entab-Osmaniyeyê ya navçeya Nûrdaxê pêk hat.

Di qezaya ku mînîbusa rêwiyan û otomobîlek li hev xistin de, li gorî tespîtên yekem 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Li ser bûyerê gelek tîmên îtfaiye, polîs, cenderme, AFAD, tenduristî û Tîma Welatî ya Rizgarkirina Bijîşkî (UMKE) sewqî herêmê bûn.

Xebatên tîman ên li cihê bûyerê berdewam dikin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.