Li Pakîstan û Efğanê Êrîş
Di Êrîşan De Bi Kêmanî 21 Kes Hatin Kuştin
Li Pakîstanê li bajarê Darra Adam Xel a ku 80 kîlometre dûrî Îslamabadê ye, vê sibehê bi bombeyê êrîş li marketekê hat kirin. Di êrîşê de bi kêmanî 15 kes hatin kuştin, 25 kes jî birîndar bûn. Ji ber teqîna êrîşê 20 dikanên din jî xerabûn. Kesên birîndar ji bo dermanbûnê rakirin nexweşxaneyên bajarên Peşawer û Kohatê. Gûmana zêdebûna hejmara kuştiyan tê kirin.
Li ser êrîşê lêpirsîn dest pê kir. Heta niha tu grûbê vê êrîşê negirtiye ser xwe. Tê gotin ku digel operasyonên hikûmetê jî, hadîseyên şîddetê li welêt zêdetir dibin. Ji 2001ê vir ve di teqîn û hadîseyan de bi hezaran însan hatine kuştin û seqet û birîndar bûne.
Li Efğanîstanê jî Talîban êrîşî eskerên Natoyê kir. Hat îfade kirin ku li başûrê welêt di êrîşa Natoyê de 2 eskerên Emrîka û 4 zilamên hêzên Efğanîstanê hatine kuştin. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.