Li Pakîstanê Emrîkayê Qetlîam Kir

Li Pakîstanê Emrîkayê Qetlîam Kir

Teyarên Emrîka yên bêînsan li welatên muslumanan qetlîamên xwe didomînin.

Teyarên Emrîka yên bêînsan li welatên muslumanan qetlîamên xwe didomînin. Herî zêde êrîş li Pakistanê li eyaleta Wezîristanê tên kirin. Îşgalkerê Emrîkayê heta niha bi deh hezaran sivîl qetil kirine. Piştî êrîş û qetlîamên xwe, Emrîka xwe hewceyê uzirxwestinê jî nabîne.

Teyarên bêînsaf û bêînsan yên Emrîka, dîsa li Wezîristana Pakistanê qetlîamek rast kir. Di qetlîamê de 6 sivîl hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn. Êrîş di roja ku Newaz Şerîf hikûmetê ava kir de pêk hat.

Gava Newaz Şerîf ji aliyê meclîsê ve, mîna serekwezîr hate hilbijartin, di xeberdana xwe ya ewil de li ber êrîşên Emrîka sekinîbû û xwestibû ku van êrîş bi dawî bibin.

Ev êrîş her çi qas bibin tepkiya milletê Pakîstanê jî, îdara Îslamabadê ji şermezarkirinê zêdetir tiştekî din nake. Tê gotin ku hikûmeta Pakistanê, bi îşgalkerê Emrîka re îttîfak û têkiliyên veşartî dimeşîne. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.