LI PAKÎSTANÊ ÊRÎŞ

LI PAKÎSTANÊ ÊRÎŞ

Li gor xeberan hat îddîa kirin ku li Pakîstanê, hinek mîlîtan êrîşî baregeha hewayê kirine

LI PAKÎSTANÊ ÊRÎŞ
ÊRÎŞ LI BAREGEHA HEWAYÊ YA MÎNHASÊ HAT KIRIN:8 KUŞTÎ

Li gor xeberan hat îddîa kirin ku li Pakîstanê, hinek mîlîtan êrîşî baregeha hewayê kirine. Êrîş li paytext Îslamabadê li baregeha hewayê ya Mînhasê ya ku li Kamra ye hat kirin.

Hat gotin ku mîlîtana, unîformê eskeriyê li xwe kirine û ketine baregehê. Di baregehê de bi çend saetan şer kirine. Hat îddîa kirin ku di şer de, 6 mîlîtan û 2 esker hatine kuştin. Qomandarê baregehê tuğgeneral Muhammed Azam jî birîndar buye. Tê gotin ku êrîşkeran xwe ne gihandine embaran. Heta niha tu grûbî êrîşê ne girtiyê ser xwe.

Wekî tê zanîn baregeha Mînhasê, li Pakîstanê ji baregehên herî mezina ye, tê de dora 30 teyarên herbê jî hene.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.