Li Pakîstanê Êrîş

Li Pakîstanê Êrîş

Li Pakîstanê li bajarê bazirganiyê ya Qaraçiyê, li mehela ku muslumanên şiî lê dijîn, êrîş birin ser camiyekê.

Li Pakîstanê li bajarê bazirganiyê ya Qaraçiyê, li mehela ku muslumanên şiî lê dijîn, êrîş birin ser camiyekê. Di hadîseya êrîşê de 52 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 160 kes jî brîndar bûn.

Li Pakîstanê dijminên Îslam û biratiyê Îslamê, dixwazin di navbera mensûbên mezhebên Îslamî de, şer û niqaşan biqewimînin. Ji ber vê yekê gelek caran, êrîşî camiyê muslumanan dikin da ku, musluman bi hev bikevin. Par di teqîn û êrîşan de, dora 200 muslumanên şiî hatibûn qetilkirin.

Li gor pisporan, Emrîka welatê Pakîstanê xistiye nav planê xwe da ku, tevlîhevî çêbike. Lewra li Pakîstanê talûka nukleerê heye. Ev jî ji bo Emrîka û nexasim ji bo siyonîst Îsraîl, ne baş e. Emrîka dixwaze li Pakîstanê, qaos û qirîz biqewime, da karibe welêt ji hev parçe bike.

Tê gotin ku millet li ber van êrîş û teqîna ne. Ji lew ji bo protestokirina hadîseyê, dikanê xwe digrin. Wekî tê zanîn Emrîka digel tepkî û nerazîbûna hikûmeta Pakîstanê jî, li herêma sînora Efğanîstanê bi teyarên bêînsan êrîşên xwe didomîne. bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.