Li Pakistanê hejmara mirîyan derket 1136 kesan

Li Pakistanê hejmara mirîyan derket 1136 kesan

Hat destnîşankirin li Pakîstan'ê ji 14'ê Hezîranê vir ve hejmarên mirîyên ku ji ber baranên zêde miribûn derket 1136 kesan.

Ajansa Bireveberîya Afeta Neteweyî ya Pakistanê (NDMA), hejmarê mirîyên ku ji ber felaketa lehîyê ya ku ji ber baranên musonê yê ku ji meha Hezîranê vir ve dibare pêk hat daxuyand.

Li gorî daneyên NDMAyê, di felaketa lehîyê yê ku ji ber baranên musonê yê ku ji meha Hezîranê vir ve dibare pêk hat de hezar û 136 kes canê xwe ji dest dan, hezar û 634 kes jî birîndar bûn.

Ji ber lehîyê 1 milyon 51 hezar û 570 xanî zirarê dîtin, 287 hezar û 412 xanî û 3 hezar û 451,5 kîlometre rê jî xesarê dîtin, 149 pir hilweşîyan, 170 dikan jî bi temamî xira bûn.

Xeyn ji van, kelekeke ku mexdûrên lehîyê tê de bûn bin av bû. Di encama bin av bûna kelekê de 13 kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler