Li Pakistanê lehî: 43 jiyana xwe ji dest dan

Li Pakistanê lehî: 43 jiyana xwe ji dest dan

Li Pakistanê ji ber baranên havînê yên ku li Pakistanê bariyan lehî rabû, ji ber lehiya ku rabû 43 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Pakistanê ji ber baranên havînê yên ku li Pakistanê bariyan lehî rabû, ji ber lehiya ku rabû 43 kes jiyana xwe ji dest dan û ji zêdetirî 60 malan jî hilweşiyan.

Di daxuyaniya ku ji teref  Serokatiya  Birêveberiya Bobelatê ya Neteweyî ya Pakistanê ve hat belavkirin de hat diyarkirin di lehiya ku rabû de li Pencabê 11 li Belucistanê 15 li Sîndê 6  û li Hayberpaktunhuvayê 2 kes jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.