Li Pakîstanê Protesto
Bi Hezaran Jinên Musluman Li Ber Fîlm û Qarîqatorên Xebîs Meşiyan
Li ber fîlm û qarîqatorên heqaretwarî, tepkiyên milletên muslumanan dewam dikin. Do li Pakîstanê li Karaçiya bajarê lîmanê, bi hezaran jinên musluman, ji bo fîlma xebîs ya ku bi destek û fînansoriya Emrîka û Îsraîl hatibû çêkirin, û kovara Fransayî ku qarîqatorên heqaretwarî weşandibûn protesto bikin, derketin meydana. Jinên musluman, fîlm û kovara ku heqaret li pêxemberê me dikirin telîn kirin.
Gelek aliyên Îslamî destek dan protestoyê. Bi hezaran jinên musluman bi zarokên xwe re cadde û kolan dagirtin. Bi tekbîr û slogan û panqartên di aleyhê Emrîka û Fransayî de meşiyan. Bi yek dengî diyar kirin ku xwe ji pêxemberê xwe re feda dikin.
Di bernama protestoyê de hat îfade kirin ku heqaretên wiha yên li muqeddesatan, aşîtiya cîhanê tehdît dike. Ji hemî welatên muslumana xwestin ku sefîrê Emrîka û Fransa biqewrînin. Her wiha protestovanan gazî kir ku bi her dû dewletan re hemî têkiliyên dîplomatîk bên birîn. Lewra Emrîka û Fransa, van heqaretkeran, li ser navê azadiya îfadeyê disitirînin.
Jinên musluman, gazî organîzasyonên navnetewî kirin ku der barê yesaxkirina heqaretên li dîn û muqeddesatan de, qanûnên şedîd amade bikin. Hinek jinên musluman wiha diyar kirin “Eger der heqê nijadkujiya Nazî de qanûn hebe, divê der barê yesaxkirina heqaretên li muqeddesatên muslumanan de jî qanûn hebe, da kû fîlm û qarîqatorên wiha xebîs bên qedexe kirin. Em ji pêxemberê xwe pir hezdikin ji ber vê yekê jî em ji ber van heqaretan bidilêş in.” (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.