Li Pakîstanê Şer
Di Sînorê Efğanê De Di Pevçûnan De 36 Kes Hatin Kuştin
Li gor xebera AFPê, Press TV diyar kir ku li bakurê Pakîstanê, di şerê navbera hêzên ewlehiyê û mîlîtanan de 36 kes hatine kuştin. Ji wan 31 kes mîlîtan in, 3 kes esker in, 2 kes jî destbirakê hêzên emniyetê ne.
Pevçûn li bakurê vê welatî, li ber sînorê Efğanîstanê, li herêma aşîretan qewimiye. Di şerê ya li gundê Betwara aşîreta Bacûrê de, 3 esker û 2 heb mensûbên komîta aşîtiyê ya hikûmet destek dike jî hatine kuştin, 5 personelên ewlehiyê jî birîndar bûne. Ji bo sînor ji mîlîtanan bên paqijkirin, operasyon hatiye rast kirin.
Ji 2001ê vir ve, bi hezaran Pakîstanî, ji ber bombardimanên hikûmeta Pakîstanê û êrîşên Emrîka, hatine qetil kirin. Gelek sivîl, birîndar û seqet jî bûne. Hikûmeta Pakîstan û Emrîka, li ber terorê, li vê herêmê hevkarişya hev dikin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.