Lı Pakîstanê Şewat
Ajansan diyar kir ku li Pakîstanê li bajarên Qaraçî û Lahorê, di du febrîqeyan de şewat qewimiye
Lı Pakîstanê Şewat
Dı Fabrîqeyan De Şewat Qewımîn Nêzî 300 Kes Can Dan
Ajansan diyar kir ku li Pakîstanê li bajarên Qaraçî û Lahorê, di du febrîqeyan de şewat qewimiye. Di hadîseyan de nêzî 270 kesan can dan.
Li bajarê Qaraçî ku nifûsa wî herî mezin e, agir bi febrîqeyeke qûmaşê ket. Bi kêmanî 250 kes can dan. Gelek kes jî birîndar in. Hinek kesan xwe ji qatên jor ve avêtine xwarê.
Li Lahorê jî di febrîqeke sol û şekalan de şewat qewimiye. Nêzî 25 kes ji bêhewayî mirine. Polîs diyar kir ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.
Li aliyê din li Rûsyayê jî li bajarê Yegorevskê di atolyeke qûmaş de, şewat derket. Di hadîseyê de 14 kes can dan. Hat îfade kirin ku kesên mirine hemî welatiyên Vîetnamê ne.
Li Nepalê jî di qezakê de 27 kes mirin. Otobos ji rê derdikeve û di şet werdibe. Di qezayê de 11 kes jî birîndar dibin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.