Li Pakîstanê Teqîn

Li Pakîstanê Teqîn

Di Merasîma Li Camiyê De Bombe Teqiya:36 Kuştî

 

Li Pakîstanê li bajarê Revalpîndiyê, di dema merasîma matema meha muharremê de li camiya Qasr Şebîrê êrîşa bi bombe hat kirin. Di hadîseyê de bi kêmanî 36 kes hatin qetilkirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Gava ku millet ji bo merasîma meha Muharremê civiyane, bombe hatine teqandin.

Li ser hadîseyê serekcimhûrê Pakîstanê Asif Elî Zerdarî û serekwezîr Perwez Eşref, êrîşê şermezar kirin. Bajarê Revalpîndî û bajarê Îslamabada ku zîrweya D-8an lê tê li dar xistin, pir nêzî hev in. Hefta borî hikûmet ji bo di meha mûharremê de, rê li ber hadîseyên xwînî bigre, hinek tedbîr girtibûn.

Li bajarê Qaraçî li navçeya Kettayê jî, êrîş li camiyekê hat rast kirin. 2 sivîl 3 esker bi temamî 5 kes hatin kuştin. Êrîş dîsa di heyama merasîma matemê de hatiye kirin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.