Li peravên Îzmîrê  58 koçber hatin qefaltin

Li peravên Îzmîrê 58 koçber hatin qefaltin

Li peravên navçeya Karaburuna Îzmîrê 58 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn şîyandin hatin xelaskirin.

Li gorî daxuyanîya ku di sîteya înternet a Fermandarîya Ewlehîya Sehlê de hat belavkirin, li peravên navçeya Karaburunê 58 koçberên ku di nav botên lastîk de bûn û ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn şîyandin hatin xelaskirin.

Li nêzê perava Dîkîlîyê jî 35 koçberên ku hatin tespîtkirin hatin xelaskirin.

Koçberên ku hatin qefaltin ji Midurtîya Îdareya Koç a Bajêr re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.