Li Peruyê otobûs gêrê kendalê bû: 20 mirî

Li Peruyê otobûs gêrê kendalê bû: 20 mirî

Li rojavayê Peruyê otobûsek gêrê kendalê bû, di encama qezayê de herî kêm 20 kes canê xwe ji dest dan.

Qeza, li ser rêya Çîyayên And ku li herêma navçeya Cuscaya wîlayeta Corongoyê ye pêk hat.

Li gorî medyaya welat şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û dûre otobûs ji 300 metre bilindahîyê gêrê kendalê bû.

Di encama qezayê de hat destnîşankirin ku 20 kes canê xwe ji dest dane û nayê zanîn ku birîndar hene an jî tinene.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.