Li Portekîzê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin

Li Portekîzê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin

Hejmera kesên ku di şewata daristanê ya ku li Portekîzê derket de jiyana xwe ji dest dan derket 62an û li welêt ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin.

Di şewata daristanê ya ku ji roja înê ve li 200 kîlometre dûrî Lîzbona paytexta Portekîzê dest pê kir  bû sedema mirina 62 kesan. Ji ber şewatê her wiha 59 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji teref Misteşarê Wezareta Karên Hundir ê Portekîzê ve hatiye dayîn hejmera kesên ku jiyana xwe ji dest dane derketiye 62an û agir qismî bê jî hatiye kontrolkirin.

Li gor daxuyaniya Yekîneya Parastina Siwîlan a Portekîzê di xebatên tefandina şewatê de 224 wesayîtê îtfaiyê û 692 wezîfedarên îtfaiyê dixebitin.

Hêj sedema şewatê nayê zanîn.(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.