Li Qamişloyê bi sedan ciwan li hemberî rejîmê daketin qadan
Li Qamişloyê bi sedan ciwan li hemberî rejîmê daketin qadan
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Esed li Qamişloyê 25 ciwanên kurd bi hinceta ku leşkerî nekirine girtin binçav. Li ser vê yekê bi sedan kes bi pêşengiya Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistan (KCRD) daketin qadan.
Danê nîvro hêzên Esed ku lîsteyek di destê wan de bû, li Taxa Qudûrbegê û navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtin. Nêzî 25 ciwanên temenê wan di navbera 18 û 30 de bû, girtin binçav. Welatiyan li hemberî vê yekê xwe neqayîl kirin. Bi sedan kesên bi pêşengiya Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistan (KCRK) kom bûn û piraniya wan ciwan bûn, li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev. Dikandarên li derdorê jî derabeyên dikanên xwe danîn û tevlî çalakiyê bûn. Çalakî didomin.
Duh jî li Girkê Dijwêr a girêdayî nehiyeya Girkê Legê 3 ciwan hatibûn binçavkirin, hêzên parastina gel ên ji aliyê gelê sivîl ve hatiye avakirin, 5 leşkerên Esed binçav kiribûn. Dema welatiyan meş li dar dixist, hêzên asayîşê jî bi ser Qereqola Girkê Legê ve girtibûn. Piştî ku 3 ciwan hatibûn berdan, leşkerên binçavkirî jî hatibûn berdan.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.