Li Qersê Cînayet

Li Qersê Cînayet

Li Qersê vê sibehê gava ku mesaî dest pê kir, kesekî bi navê Veysî Erîm bi sîleh girt ser ofîsa saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê

Li Qersê vê sibehê gava ku mesaî dest pê kir, kesekî bi navê Veysî Erîm bi sîleh girt ser ofîsa saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê. Kesê han bi sîlehê 6 xebatkarên saziyê kuştin.

Di nav wan de midûrê saziya herêmê jî heye. 2 kes jî birîndar kir û dûre gule bera xwe da û xwe jî kuşt.

Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Tîmên xisûsî li derûdor tedbîrên ewlehiyê girtin. Walî Eyup Tepe û midûrê emniyetê Ercan Çakmak jî hatin devera hadîseyê. Panîka li bajêr çendakî dewam kir.

Waliyê Qersê Eyup Tepe beyan kir ku êrîşker Weysî Erîmê 33 salî, berî niha di saziya îstatîstîkê de xebatkar bûye. Beyan kir ku tu eleqa hadîseyê bi terorê re tuneye. Êrîşker ji ber pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk tedawî dibûye.

Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, di heqê hadîseyê de îfade kir ku di heqê êrîşker de lêpirsîn hebûne û êrîşker ji kar nehatiye derxistin. 

BANGAHEQ

Xeberên Kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.